Her kitap ikinci bir şansı hak eder.
Nivîskarê vê kitêbê Yaşar Kaplan demek dirêj e li ser folklora Kurdî dixebite û di vê mijarê de gelek materyal berhev kirine. Di nava van materyalên berhevkirî de gelek beyt û destanên Kurdî jî hene. Nivîskar ji van beyt û destanan 12 hebên wan di vê kitêbê de bi cih kirine. Ji wan destanan yek Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn e ku girîngtirîn destana netewî ya Kurdî tê qebûlkirin.
Destana Kela Dimdim teza lîsansa bilind ya nivîskarê vê kitêbê ye jî. Ji bilî destana Kela Dimdimê destanên wekî Mem û Zîn, Sitî û Ferx, Hespê Reş, Yûsif Pêxember, Avdel Umeran, Şerê Kolana Qumriyê, Hetem, Birahîmxanê Hekarî, Îbrahîmê Kurê Hz. Mihemed (s.), Şêx Ebdusselamê Barzanî û Şerê Çeliyan û Tiyariyan jî di vê kitêbê de cih girtine.
Yaşar Kaplan
Bu yazar hakkında detaylı bilgi henüz eklenmemiş.
Bu web sitesi, size en iyi deneyimi sunmak için çerezler kullanır. Çerez Politikası ve Kullanım Şartları